Meclisa Sûriya Demokratîk forumek derbarê Efrînê li Helebê li dar xist

AFRINPOST-Taybet

Di bin durişmeya “EFRÎNA BERXWEDÊR, XWERAGIR E, EFRÎN WÊ BIMÎNE Û DAGIRKER WÊ BIÇIN”, Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) forûmeke diyalogê ya berfireh li bajarê Efrînê li dar xist.

Roja Duşemê 24`ê Çileya 2021 li salona Efrînê ya bajarê Helebê forûmeke diyalogê hat lidarxistin. Nûnerên partî, siyasetmedar û kesayetên Sûrî yên serbixwe ji parêzgehên Sûrî, her wiha nûnerên rêxistinên mafnasî û sivîl, oldar û serokên eşîrên Ereb beşdarî forûmê bûn.

Her wiha 4 zarokên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkî seqet bûn weke mînak li ser hovîtiya dagirkeriyê li forûmê amade bûn.

Di forûmê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin û ew jî wiha bûn; çavbirçîtî û berjewendiyên dewleta Tirk di pêvajoya dîrokî de li herêmê û ya duyem jî, binpêkirinên dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê li herêma Efrînê û çawaniya rûbirûbûna sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirkî.

Related posts